kabrayek hebû le suleymanî ’elî yuz başî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  665 views

kabrayek hebû le suleymanî «’elî yuz başî» yan pê ewt, xełkî ew xware bû û teqawît kirabû. hatbuwe suleymanî jinêkî hênabû, le geřekî qezazekan danîştibû, pyawêkî xwa heqe be dînîş bû. řojêk eçête lay şêx babe’elî tekyeyî ełê ya şêx min lew xwarewe leser mezhebî ḧenefî bûm, ke hatme em şare bûm be şaf’î, bełam leser her dû mezheb destinwêj eşom, îmřo nwêjî nîweřom kird, hestim be teřayyek kird le naw derpêkema peydabû, le paş nwêjeke ke bonim kird bonêkî pîsî lê ehat, ewe çon ebê? şêx babe’elîş ełê xwa selametit ka, newek le ser her dû mezheb, bełkû be her çwar mezhebeke gût kirduwe be xota. qaç û qulit bişo û nwêjeket bigêřewe.