mela ḧesenî şatrî boy gêřamewe witî lale...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  823 views

mela ḧesenî şatrê boy gêřamewe witî:

lale marfêkî xizmiman hebû derwêşî şêxî kirbiçneş bû. pyawêkî pîr bû, min taze xetim dabû. lale marf fire şwên geřabû; sine û suleymanî û bane çûbû. ke xêł eçû bo kwêstan, betenya be goşey hewramana eçû bo merîwan û şilêr û nawxiwan. wekû biłêyt dêwaneyekî hebû. ew serdeme şarezûr wekû êsta nebû, be degmen małe cafî têda hebû. ew deştî şarezûre hemûy gij û gyaw qamîşełan bû. witî min taze pê egeyştim, carêk legeł lale marfa çûyn bo hełebce, mamosta şêx řesûł zor nebû bûbuwe melay mizgewtî paşa, we’zî eda, êmeş çûyne we’zekeyewe, êstaş le bîrme mamosta şêx řesûł le we’zekeda witî: xwante’ala ke wîstî adem dirust bika, cibra’îlî nard mistê xołî le «decna»y lay tayfewe bo bird û be tozê le awî tayf kirdyan be quř û ademî lew quře dirust kird. mela ḧesen witî her ewendim zanî lale marf řast buwewe û witî erê mela ewe to êjî çî? we lay xotewe ’umirit kirdige! bo çî nayêjî bînayî çawan cureylê nard miştê xołî le gwêçkey sey saq hełgirt û qimê awî le awe cwanekey serawî subḧanaẍa bo bird? eger weweş řazî nawî le kanyawekey ḧewş û baranî bo bird, we desî mubarekî şêlay, dwacar pifêkî pyakird bawke adem dirust bû. çît dage lem decac û mecace? tu xwa mela ta awî serawî subḧanaẍa û ḧewş û baranî bwêsê, bînayî çawan eçê le awe bê feřekey ew xware têrê? hîç newê xo to xwêndigte, ta ew xołe mubarekî sey saq hewê pyawê heqłî boy eçê we lay şitî tirewe? temaşake em deştî şarezûre xwa neywiřê êjî hořî małe gewres guł guł bûgesewe, ew giştî hî ew awe cwanes ke we serya lirfe eka, tewaşake ew şoře swarî terxanî û řuẍzayî û şatrîye ke êjî melaykey ser ’erzin, eger hî ew aw û xołe newn çon kuře kuřey wayan tya heł ekewê? biçore ew deştî kemaciř û ḧewş û baranîye leber bonî ’etir û ’ewîr êjî beheşt le wêney kewtigese xwarewe. ke bînayî çawan aw û xołî way leber desa hewê çon êjî we cureyl biço lew xwarewe aw û xołim bo bêre? we qewrekey ḧeme paşa xwa wêt û qisey wa naka. ewe nazanim cura’îl dizî lê kirdiwê. to wêjî xwa ewende bê aga wê, biřwa nakem ;ba îş û karîşî fire wê agay lewe her ewê. xo xewî lê nekewtige. ca mela awa pêt êjim, wew kerîme sûrey kesnezane carêkî tir we’zî wa bidey wem gałoke ser û peçkit enême yek.