emeyan min xom be řuwewe bûm beşîr mişîr...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  750 views

emeyan min xom be řuwewe bûm.

beşîr mişîr le wextî xoya heřmênî xeyatekey le beẍdad le heřmênane bû, pyawe gewrekanî ’eskerî û medenî hemû le lay ew cilubergyan edûrî. zeman hênay besera hîç îş û karî nema, her mayewe ser dukane řûtekey. derdełî em bê îş û karyey le lay sałḧ qazî zor ekird. ewîş beynêk xistibûye ser ewe ke îşêkî başî bo dozîwetewe. le encama hate ser ewe minîş lewê bûm pêy wit: heşt ker lem kere sipyane bikře û hemû řojê le «bab almu’zim»ewe ta «bab alşircî» be çend karwan xełkî swar ke û hatuçoyan pê bike, eme derametêkî başt edatê. be şertê otombêlîş le cadey řeşîda zor bû, bełam westa beşîr biřway be qiseke kird. witî axir parem nîye bikiřim. sałḧ qazî witî ke wate îşêkî baştirit bo edozmewe. zor be tan û poy îşeke tazekeda çû û be tewawî westa beşîrî xiste meraqewe, her eyut de pêm biłê. eyut pêt nałêm. zor legełî xerîk bû pêy biłê, le encama sałḧ leserxo pêy wit: xeyatî bike. beşîr tûře bû û witî: řast nebyewe bo îşê bot dozîmewe, ey êste çî ekem? sałḧ witî mirdût mirê hemû îşêk ekey, her xeyatî nebê, kitêb enûsî nûser nît, syaset ekey syasî nît, xutbe edey xetîb nît, felsefe enwênî feylesuf nît, ewa ełêm karwançîyetî bike, ełêy parem nîye, to xeyatît, ebê xeyatî xot bikey.