beşîr mişîr hebû le be ẍida...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  766 views

beşîr mişîr hebû le beẍda, kuřêkî hebû le beẍda «şamil»y naw bû, bełam ke eybird bo kurdewarî eyut «şaho»y nawe. kiçî beglerêkî şeqławey bo mare ekat. begey şeqławe beşîr be ticarêkî gewrey beẍda ezanê, beşîrîş begekey şeqławe be begî małî mîran ezanê. emane her yeke be nyazêk destixeřoy ew yekeyan bûbûn. carêkyan beşîr û kuřekey eçin bo şeqławe bo gwastinewey kiçe û eçne małî bawkî kiçe, bawke ekewête pełp û byanû řêknakewn. şahoyş dyar bû kiçekey bînîbû tozê ḧezî lê kirdibû. beşîr řû ekate kuřekey ełê: hetîw heste ba biçînewe her sê tełaqî ew kiçe kewtibê. kuřekeş waqî wiř emênê, ełê babe tełaqî çî? ełê: heste hetîw ba biřoyn ewe her sê tełaqim da, bem core egeřênewe bo beẍdad.