şêx babe ’elî tekyeyî carêk legeł mela...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  773 views

şêx babe ’elî tekyeyî carêk legeł mela ḧisênî pîskendî û mela ’ezîzî miftîda eçin bo kerkûk bo dîdenî seyd eḧmedî xaneqa... awdestekanî xaneqa ew wexte le derewey ḧewşey xaneqawe bûn, dîwarî beynî awdestekanîş berz nebûn, her kese dabnîştibaye ewî tenîştî lêwe dyar bû.

nwêjî nîweřo ebê û babe ’elî eçête ser awdest lew kateda yekêkî tirîş dêt lew dîwewe da’enîşêt, dest eba qutû cigerekey derbênê û cigereyekî edatê û bexêr hatnî eka, becil û bergekeya ezanê beqałe, dest eka be sewdakirdinî siłq û tûr legełya, ke êsta ḧoqey be çende, le germey qiseyeda pyawêkî tir dêt ewîş lem tenîştyewe da enîşê, dest eba cigereyekîş? eda bew û bexêr hatnî eka û çak û çonî legeła eka!

ewîş be tozawî û cil û bergî camedanekeya ezanê tûtniçye, xeberî tûtnî aẍcelerî lê epirsê û mu’ameley ewey legeł eka ke baqey cigere êsta be çende! emca heł estin û heryeke be lay destinwêjî xoyanewe.

em xebere egatewe be seyd eḧmed, seyd û ew desteye her le mindałî û feqêyetyewe pêkewe řefîq bûn. seyd ke da’enîşin řû’ekate şêx babe’elî, ełê: babe’elî ew dîwexane çî bû gerimit kirdibû? babe’elîş ełê: seyd dîwexane û hemû core qiseyekî têda ekirê, to lewê nebûy, le batî toş cigereşim danê û qiseşim legeł kirdin bo ewey bêtaqet nebin! seyd ełê: babe’elî wa destî xotit weşand. her ewkate emir eka řîze awdestêkî řêk û pêk le ḧewşey xaneqakeda dirûst eken, ta ewan lewê ebin awdestekan tewaw ebin, ełê: babe’elî cuř. babe’elî elê: cuřaw û coř!