sałḧ qazî hebû gêřayewe ełê ewa...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  852 views

sałḧ qazî hebû gêřayewe, ełê:

ewa zabtî lîwaym le hîndustan, legeł zabtêkî zor gewrey sîx -ke herdûkman le leşkirî îngilîzda bûyn- dostayetîyekî tewawman peyda kird. zabte sîxeke witî to min fêrî kurdî bike minîş to fêrî îngilîzî ekem û heryekîş defterêkman hebê bo nûsînewey şitekan, witim başe.

destiman kird be fêr kirdinî yek. biřyarman wabû yekemcar wişe û paşan řeste. ew kelîmatî îngilîzî saẍî be min ewt, emnûsî, minîş kelîmatî kurdîm ewt ewîş eynûsî. meselen min emut be kurdî be nan ełên piłû, be aw ełên tiłû, eyanînûsî. be merḧeba ełên gwêt. be bexêrhatin ełên çikû pikû. be biço bo bazar ełên gîp lî pît. be were bo êre ełên şinelê pine. emaney hemû enûsî û wekû bulbul leberî kirdibûn. şitekan êcgar zor bûn, ewîş hemûy řewan kirdibû, bełam lewe zor etirsam ke eger carêk şitêkim lê bipirsêtewe, min nazanim çîm wituwe. lewaneye şitî tirîş biłêm û be diro bikewmewe, ewende hebû ew way řewan kirdibûn hîç kełkî ne’ekewte ewe ke lêm bipirsêtewe. bem core ta nizîkey sê mangêk řoyştîn.

ḧemey pûre nazê hebû xełkî suleymanî bû, ewîş ’eskerî lîwa bû, le fewcêkî tir bû, neqił bûbû bo ew fewcey lay ême. řojêk zabte sîxeke tûşî ebê û ezanê kurde, bew kurdîye ke fêr bûbû legeł ḧemeda dest eka be qise kirdin. zor be germ û gořî têy hełeçê, ḧemeş belayewe seyr ebê, ḧeme hîndî ezanê, pêy ełê ewe to çon qise ekey? zabtekeş ełê be kurdî, ełê bawkim eme kurdî nîye. ełê ey çîye? ełê nazanim. minîş wa le dûrewe çawim lêyane, agam lê bû gelê legeł ḧemeda qisey kird be hîç derçû, tê geyşit her şitêk fêr buwe hemûy qisey qoře û hîçî nîye.

ewendem zanî şîrekey hełkêşa kewte naw ’eskerekan wekû har heřa eka û pelamar eda, kef eçerênê be îngilîzî û be hêndî eyda be yeka, be şwênma esûřêtewe bimkujê. witim be qur’an xwênî xomim kirde teştewe. wa ewîş nizîkim bowe, hîç çarem nema çûme çadrî mîcereke û le pişt ewewe xom şardewe, ewîş çawî lêm bû ke řûm kirde ewê, hat xoy kird be naw çadirkeda. îngilîzekan şiłejan û girtyan, nazanin meseleş çîye, pêyan wit çîye bo wa şêt bûyt û em şîre řûte çîye be destitewe? emca be îngilîzî witî: ew segî segbabe, eme sê mange gwaye minî fêrî kurdî kirduwe, be dił û be gyan hemûm nûsîwetewe û leberim kirduwe, ke çî êsta wekû têgeyştim hîçî be ser hîçewe nîye. ebê dû sał xerîk bim ta ewanem le bîr biçêtewe, em qeḧbebabe bem core minî kuştuwe, êsta her ebê parçe parçey kem.

witî îngilîzekan ke emeyan dî hemû destyan kird be pêkenîn û sardyan kirdewe, minyan hêna destim maç kird û aştyan kirdînewe, bełam dway ewe îtir her be xîsewe seyrî ekirdim.