pêşekî

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  819 views

řoj û ḧefte eřwa û mang û sał dêt, mang û sał eřwa û karesatî yek be şwên yekda dêt. min le sałî 1957ewe destim da be nexşey «řiştey mirwarî»yewe. lem maweyeda ta êsta ḧewt bergî derçû, eme bergî heştemyetî ke leber destitaye. dyare le hewełewe gelê qiseşim leseryan xwarduwe, bełam bereketda kołim neda. lam waye hemû îşêkî taze sereta xawenekanyan kewtûnete ber pilarî pilarhawêjan, ewaney ke hêzî xořagirtinyan nebuwe, wazyan hênawe û îşekeyan pûkawetewe. ewaneşyan ke xoyan řagirtuwe le encama geyştûn be arezû. eme amojgarîyeke bo ew kesaney ke eyanewê payedar bin le îşekanyana.

leserçûn û xořagirtin «ber» eda bedestewe. ewaney le firmanekanyana serketûn, firmanekanyan zanistî bûbê ya pîşesazî we yasayî, bê guman gelê tenguçełemeyan hatûte ser řê. welê kołyan her nedawe ta le encama geyştûn bew amancey ke heyanbuwe. min nałêm bałonêkim bałdawetewe be asmanewe hênawmetewe, eme nałêm çunke ew îşe îşî min nîye; «nan bo nanewa û goşt bo qesab». bełam etwanim biłêm kitêbêkî wekû «řiştey mirwarî» dênme berhem ke ew core şitane kelepûrî netewayetîy mine û be lamewe waye sûdî heye le řûy edebewe bo netewekem; çunke edeb binaẍey neteweye. le hemû neteweyekda - çi kon û çi taze - desteyekî taybetî xerîkî zîndûkirdinewey em kelepûrane bûn û bem şitane lem řuwewe nawbangî neteweyan biławkirdûtewe. em core şitane mêjûy beserhatî neteweye.

bełê emane le řuwałeta zaxawî mêşkin, bełam heryeke dersêkyan têdaye û heryeke pendêkî lê wer egîrê. ax xozga çerxê lemewpêştir ême em şitaneman be çapkirawî ekewte berdest, ew wexte emzanî ke êste çi samanêkî edebîman heye.

leseretay sałî 1975ewe ta êsta axo min çend dostim ledest derçûbêt? axo çend lew doste dêrînanem - ke serçawey bûn be berhemhênanî řiştey mirwarî - ledest derçûbin û řûyan kirdûtewe bo mezarî xak û minyan be daxî koçî xoyanewe hêştotewe? gumanî têda nîye ew řêgayey ewane girtyan, minîş eygirim û minîş eçim bo dîdenyan. be dîdenêkî hetahetayî; bełam toxwa waz bêne bełkû yek dû hengawî tir bênim, dengî zengî karwan deng edatewe, ba hemûman gwêman lêbê:

ziłey zayełey dukançey demax
eydatewe dił eka ax û dax

tay ḧacî miḧemmed ’enber le kwêt? xeyyam be zatewe le sedey pêncem û şeşemî hicrîda řû ekate xwa û ełê: to minit hênaye dinyawe aya hîç pirist be min kird? hatim bo em dinyaye bebê řezamendî xom. şêx selamî şa’îrî ême dîwanekey ewî kird be kurdî û le sałî 1991da çap kira. leser ew şwêne min qiseyekim kirduwe, witûme: wekû hatneke pyaw be arezûy xoy nebuwe; çunke çûnekey ew be arezûy xoy nîye, çunke ḧez eka be kiřî û kwêrî û îflîcî bimênêtewe, her bew merce le dinya derneçêt, ke çî pałî pêwe enên û bebê xwastî xoy le dunya derî epeřênê.

dostekanî min pałyan pîyanewe nan û řoyştin. bew merqedey kake ḧemede, pał be minîşewe enên û eřom; toxwa ta neřoyştûm ba ziłya û piłyawêkî tir bikem.

ew sałe ḧemey şazemanî řeḧmetî hendê kewçkî hełednî hênabowe, le binarî mêrgepan bangî ekird:

kewçkî hełedin, nawî qûłe û deskî pan
nexşî heye wek xotan
bo mastawî sardî nîweřwan

eḧey sabir û ’elî mastaw deng eken be yek bo pyahełdan.

 

pêyan ewt: to lêrewe em bangewaze bo ekey? eyut: ba dengim bigate naw şar û bên be pîrmewe. minîş ełêm řiştey mirwarî korpey gwêy agirdane, eger to ew nedwênî, ew to nadwênê.

hemû edebêk le hemû serdemêka û lenaw hemû neteweyekda çonyetîy payey ew neteweye der’exa. hendêk lew edebe selêqey take takey neteweke pîşan eda, hendêkî guzarişt le řabwardinî hemû neteweke edatewe. be her dû layenewe payey zîrekî û zewqî gişt neteweke nîşan eden. netewekanî tir mayeyan zor buwe bo dirûstkirdnî edebekeyan, ew mayeye ke ewan bûyane kurdeke neybuwe, legeł eweşa zewqey take takey we ya hemûyan le cimucûła le dirustkirdnî edebekeyana lam waye kemtir nebuwe lewan. boye wa ełêm çunke netewekanî tir nîwey serçawey edebekeyan le ḧukmewe hestawe, kurd ew ḧukmey nebuwe, ke çî selêqe û zewqî xoy her be zikmakî kogayekî zêřînî edebî dirust kirduwe.

be endazey twana kewtime ser kokirdinewey ewane û le toy dû bergî řiştey mirwarîda xistime berdestî to; îtir toş keyfî xote, min be to û to be xwa. legeł eweşa bo êste ke bixiwênêtewe ełê: pekû lewî ḧelametey, emaney ku lo řê ketîne. ’ewlî ’ezey konemasîyş le wiłatî silêmanî wespêkî řiştey mirwarî nardibû, ełê:

taqaney naw taqane
deste gułî dîwexane
mûrûy destî nazdarane
gułî destî ’edałane

’ela’eddîn seccadî