gurg lew kurdewarîye zor hebû zyanêkî zorî

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  393 views

gurg lew kurdewarîye zor hebû. zyanêkî zorî be małan egeyand. ca melay gund eyhênan be çeqoyek demî gurgî ebest ewîş bew core ke çeqoyekî egirt be destewe çend ayet û du’ayekî exwênd beser ceqokeda, fûy lê ekird û pêkyewe enûsand û eydayewe dest ew kese ke boy hênabû. eyut: bîbewe le małewe daynê ta ew çeqoye nekirêtewe demî gurgeke beřeła nabê. mela fettaḧî girtik hebû, řojê pîrêjnêk ceqoyekî lê wer’egrê û bem corewey xwarewe demî gurgî bo ebestê:

«ûەالشەّmْsî ûەزûحەاهەاArabic, heşt, no çîn ha, ha, ûەلەا یەخەافû ’uqْبەاهەاArabic, ha daykim bigre de’baha, gurge nekey biznahan bîgrî û bîkey qûtaha».