xałe řeceb hebû le suleyman şew direng...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1227 views
        
        
    xałe řeceb hebû le suleyman şew direng eçowe bo małewe. qapî ḧewşekeyan herdû dîwarî emla û ewlay kewtibû. ew lewêwe ne’eçuwe jûrewe û teq û hoř eyda le qapî û bew direng wexte mał û mindałî heł’esand bên qapî bo bikenewe! daykî şewêk pêy ełê: hetîw! to bo bew dîware řûxaweda nayte jûrewe ke ḧuştirî be bare tengizewe pya dêt? em teq û hořet le çîye? hemû şewê bem nîweşewe ême heł’estênî û xewt lê ḧeram kirdûyn! ewîş ełê: daye! wis deng meke. min boye lêrewe dêmewe ba diz wa nezanê ême dergaman nîye. eger lewlawe bême jûrewe ewîş fêr ebê lewêwe dêt her şitêkman heye eydizê!