her em mîmke panêye sałî dwayî legeł ’êłda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  470 views

her em mîmke panêye sałî dwayî legeł ’êłda eçnewe bo kwêstan, lew nawçey «hobetu» e, pêş ewey bigene «şeqła,» gabar exen û bo yek dû şew eyken be hewar, sibeynê meř edoşê û şîr ekate mencełewe, eyewê bîxate ser agir, egeřê bo berd bîka be sêkuçkey agirdan û mencełî bixate ser, temaşa eka wa sê berdî qaymî dirêjkołe danrawin, çawkanîşî tozê bînayyan kem bibû. sê berd heł egrê û eyanhênê eyanka be sêkuçkey menceł, ełê: xwa nardigyesî! agir ekatewe mencełe şîryan exate ser. zorî pê naçê berdekan germayyan egatê her yekeyan le astî xoyan ekewne cułe û dest eken be řoyştin! mencełe şîrîş eřjê bew naweda beser agirekeda, mîmke fate hawarî lê berz ebêtewe û ełê: kuře! ’êl, bên we řêwe seyrî em mucîzeye ken! sê kuçkey agirdanekem kewtige ser řê û řoyştin! ha, ewese řûyan kirde kejeke, xełkeke em bangewazeyan belawe seyr ebê, be hełe dawan ko ebnewe ełên: kuçke! ew to êjî çî! kuçk çon eřwa? ewîş be serî destî pence bo berdekan dirêj eka û ełê: ewe nîye eřon? êjî çawtan kwêr bûge! ełên: mîmke! kuçkit lê newarê, xo ewane kîsełn to hawirdigtin, ewîş ełê: desa wew sey saqe, xiř û saf û pitew wun, wemzanî kuçkin!