ḧacî mela selamî mamosta mela ḧisênî pîskendî

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  610 views

ḧacî mela selamî mamosta mela ḧisênî pîskendî boy gêřamewe witî: ewa ḧacî eḧmedî kiřnû legeł şêx emînî xalîda eçin bo ḧec û egeřênewe, ew serdeme be karwanî wiłax eçûn bo ḧec, řêgay karwan le geřaneweda deştî «sengaw» bû, hobey caf ew deştey dagîr kirduwe, karwanekey emanîş le layekewe barge exen û emênnewe, naw û nawbangî şêxayetî û pyawçakî ḧacî emîn lew naweda biław bibowe.

jinekwêxa cafêk, mindałêkî bû nexoş kewtibû, benawbangî ḧacî şêx emînewe hatbû bo ewe ke şêx do’ay be sera bixiwênê û çak bêtewe. ke egate cê, ḧacîyekanî tir, eḧey kiřnû be jineke pîşan eden û pêy ełên: ewe ḧacî şêx emîne, jineş eçê temaşa eka eḧey kiřnûy be ḧacî şêx emîn nasraw, pyawêkî mubareke û çend tełe mûyekî dirêjî sipî le çengayewe derhatuwe û tezbêḧêkî be desteweye û leser bermał řû weqîble danîştuwe û serî daxsituwe, çawekanî nawe be yeka û le muraqbe daye, mindałekey fiřê edate baweşî û ełê: ya şêx! bîke we xatrî ew kese ke ew demunefesey pê dagît, do’ayêk bixiwêne weser em mindałema ba xas bwêtewe.

eḧey kiřnû çaw berz ekatewe seyrêkî mindałeke eka, emca çawî qîç ekatewe û çawî tê ebřê, demî bo lar ekatewe, danî lê řîç ekatewe, teke tek bew çend tełe mû’e řîşekey heybû, eyhênê be serya, paş emane piřmeyek eka be ser mindałekeda! mindał ke çawî bew ser û sekute ekewê û gwêy lew piřmeye ebê, edate zîřey giryan û eçête tasewe! jine her heł’estê û pelamarî mindałekey eda û eyfiřênê û ełê: bêre mindałekem, hey gûy dar û berdit lê warê û gû we řîşî bawik ew kesey toy we ême nîşan da, to ẍezewî xway, key şêxî dwa û řay? xo mindałeket kuşt, hey gû we řîşî bawkit bo xot û şêxêtît!