xêł serewjûr bo kwêstan egeřêtewe jinêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  528 views

xêł serewjûr bo kwêstan egeřêtewe, jinêkî «başkî» mîmke fatme we ya mîmke panêy naw bû, ewa gayekî dawete ber û egene ser řûbarekey qizłice, gayeke edate pêş û dest egrê be kilkyewe le buwareke edat, le awekeda egene nawřastî aweke. aw be guř ebê, ga ekewête şekuşok û mîmke fate ełê: sey saq, mêyk wexeyrî to, wê lem awe bipeřênewe. tozê le nêrkî aweke tê’epeřn, ełê: sey saq her leser qisey xom magim, biznêk wexeyrî to, we bêmzeřetî lem řoxaneye derbaz wîn. hendêkî tir eřon, tirsî awbirdin kem ebêtewe ełê: sey saq, neyjî ewa le aweke peřîneso û mîmke panê dirom legeł eka, her biçîne ewber aweke gêskê wexeyrî to wê.

ewa lewaneye bigene ewberî aweke, ełê: sey saq xot ezanî hêşta behar wetewawî nehatge, «bałanteran» yiş gerekyesî, teşwêk goştaw wexeyrî to wê. ke egene lêwarey aweke, gayeke berdêk ekewête jêr pêy û pêy heł’exlîskê û ekewête naw awekewe, mîmke fatê ełê: erê sey saq kuçkit lê newarê, to teşuyeket hawirduwe û min bom tê nekirdûy? em ketne bêfeřet bo çî gêřa?!