lew binarey deştetałe le dêyek pyawêk hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  513 views

lew binarey deştetałe le dêyek pyawêk hebû, sofî biraymî naw bû, ’emrî xway kird. lepaş şutin û kifin, hełyan girt bîben bo ser qebran. jin û mindałî sofî biraymîş kewtine tek xełkeke û çûn bo ser qebran, jinekey sofî biraym, jinêkî cwankele û řuwe û bazařî bû, pyawêkî coła hebû le dêkeda, sofî řeḧîmî naw bû, ewîş legeł termekeda çû bo ser qebran. le řêgada mirxî xoy xoş kird le jinekey sofî biraym û wirde wirde lenaw xełkekewe çû bo belay jinekewe û serî qisey legeł damezrand û le encama pêy wit ke şûy pê bika. jineş witî: natwanim qiset bidemê, çunke le pêş toda giftim be yekêkî tir dawe! sofî řeḧîm waqî wiř ma witî: ewe çi kesêke wa le pêş em wexteda geyştuwe be to û giftî lê sendûy?! witî: mela lew wexteda ke řeḧmetîyekey eşord, qisey lê wergirtim ke mêrd bikem bew, taze natwanim le qisey xom peşîman bibmewe!