her em ’elî fewtawe gêřayewe witî kuřîn...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  683 views

her em ’elî fewtawe gêřayewe witî: kuřîne kes pişt be dinya nebestê! min dinya piştî tê kirdûm û řûm kirde sînemakan bo bilît firoştin, ewa le sînemayekda bilît efroşim, bełam katê kiçan dên bo sînema û bilît wer egirin le ber ewe ke min xom enasim çi małêkim û çi ser û şikłêkim heye katê ke bilîtekeyan edemê řûy xom wer eçerxênim. êwareyek wa çend kiç û jinêk hatin bilîtyan wergirt. minîş le ser ’adetekey xom řûm kirde bewlawe û gwêm lê bû kiçekan le beyn xoyana eyanut: ey ’emir dirêj bê, temaşa em kuře çend be ḧeya û şerme hîç seyr kes naka, be edebêkewe bilîteke eda û berî xoy eka bewlawe, ya řebî seyr kes naka, be edebêkewe bilîteke eda û berî xoy eka bewlawe, ya řebî be biraman bê!