pyawêk hebû le suleymanî ’elî fewtaw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  718 views

pyawêk hebû le suleymanî «’elî fewtaw» yan pê ewt: em ’elî fewtawe, ke eřoyşit le piştewe pyawî wa cwan û şox û şeng û kełemêrd kem ebînra, bełam le pêşewe be pêçewaney ewe le naşîrînîda meger wêney xoy le awêneda hawtay bikirdaye egîna kesî tir nebû. witî: ewa řojêk be kołanêka eřom swałkerêk şwênim kewtuwe bangim eka: cwan! bîke be xatrî ew qed û bałate połêkim biderê, minîş nawêrim la bikemewe emewê xom derbaz kem, bełam ew wazim lê nayenê. her be şwênmeweye, le axra çarim nema layekim bo kirdewe, witî: ke swałkereke seyrî kirdim û tê geyîşt min çi małêkim, destî bird połêkî derhêna û witî: ha min połêk bidem be to, her qiseyekim kirduwe be xesar çû û gûm xwardiwe!