fetalî şay qacar (1771 - 1834) xwa selam...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  811 views

fetalî şay qacar (1771 - 1834) xwa selametî ka be tenha 63 sał ’umrewe 40 dane kuřî hebû, emane her le serdemî xoya weçeyan ewende lê kewtewe kar le dû sed û sêsedda nema! çi be beçke şa û çi be newe û newazî ewane, hemûyan leleyan hebû, hemuşyan dway nemanî şa, şayan be «xaqanî meẍfur» naw ebird.

ḧesen begî caf boy gêřamewe witî:

yekê le kuřezakanî fetalî şa dû sê mindałî hebû ke le temenî de dwanze sałana bûn, emane lele yekyan hebû le gełyan bû. xot ezanî mindał biçûk û be taybetîş şazadeş bê zor lasar û çetûn ebê. em mindałane dinyayan le lelekeyan kirdibû be pêstî çoleke: yekê pencey ekird be çawya eyut: be gořî xaqanî meẍfur nemzanî. yekê pencey ekird be jêr kiławekeya eyut: be gořî xaqanî meẍfur deg nakey. yekê bizêkî pêwe ekird eyut: be gořî xaqanî mexfur pencem le serî kird. be core leley hejaryan le dîn derkirdibû, leleş le ber naw û gořî xaqanî meẍfur ney’ewêra hîç deng bika! řojêk em mindałane be tewawî herasanyan kird û îtir pêy hełnegîra yekêk le mindałekan pencey kird be naw řîşekeya û witî: be gořî xaqanî meẍfur řîşêkî piře. ewîş hîç sê û dûy lê nekird û witî: řyam be gořî xaqan meẍfurda, îtir pena be xwa, desa çî ebê ba bibê!