sałêk zû xizmêkî ew řeḧmanî xame...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  708 views

sałêk zû, xizmêkî ew řeḧmanî xame małyan le beẍda ebê. pure fateyekî xizmyan hebû le suleymanîyewe be mîwanî eçêt bo małyan, pure fate afretêkî be nwêj û ta’et bû serî buçuwaye nwêjî ne’eçû, bełam; zorî pê eçû bo ser îş ebuwaye dest û dem û çawî bişwa û ser awdest bika, pure fateş awdestekey lê egirt her der ne’eçû, emîş direngî bû ebuwaye biçwaye bo ser îşekey, be naçarî her wa eřoyşit be bê ewey ser awdest bika. řojêk û dû řoj û sî řoj wa em îşe dirêjey kêşa řojêk xałey xizim le řêgada tengetaw ebê û biř naka bo ser îşekey her le řêga xoy pîs eka! ke îş geyşte em şwêne îtir le wizeya namênê. îwarê ke egeřêtewe bo małewe, şewê le nîweşewa heł’estê hendê delubîber hařawe le geł ałet û zencefîłda têkeław ekin û eyba eykate naw mesîney awdesteke û beyanî le ser ’adetî xoy lê eda eçê bo ser îş pure fate wekû caran zû heł’estê eçête ser awdest, ke lê ebêtewe aw ekate mesîneke û xoy pê eşwa! mesîneş ew ẍezebey têdaye! le paş yek dû sa’et pure fate agirî tê ber ebê, ew řoje îş û karî her bibû bewe; be dest û be kirasekey baweşênî nawgełî xwî ekird û eyut: wey wey be quř gîrê em beẍdaye çend germe, eyeřo ’etyexan ewe êwe çon sitarî tya egirin?! wełła min eger dû řojî tirî lê bim be tewawî etwêmewe, hestin bar ken ba biçînewe bo suleymanî. awa be kirasekeşî her xerîke baweşênî naw gełî eka!