enwer beg gêřayewe witî le serdemî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  792 views

enwer beg gêřayewe witî: le serdemî «mîcirson» da suleymanî ḧacî aẍa, qumîser bû, le paşa wa dyar bû mêcer son lêy tuře bibû qumîseryekey lê sendibowe, paş maweyek be her cor bû geřabuwewe, bełam beyek dû pile kemtir carî yekem. eḧmedî ’ezîzaẍa û mistefay ḧacî birîmaẍa û hendêkî tir le dostekanî eçne małewe bo lay û pîrozbayî geřanewey lê eken û pêşî ełên hîç diłteng mebe bewe, ke be kemtir geřawîtewe. gwaye diłî edenewe ewîş ełî: kuře ne wextî xoy û ne êstaş xo min bo le dest derçûnî mangane, diłgiran nebûm û nîm, bełam diłgiranyekem bo ewe bû ke eḧmed û meḧmûdekem le dest derçûbû, wa êsta geřayewe, egîna manganey xoy şitê wa nîye!