řeşwanî gêřayewe witî kwêxa qadrêk hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  642 views

řeşwanî gêřayewe witî: kwêxa qadrêk hebû le dê «diřî» eme her çende nan bide û be xizmet bû bo mîwanan, bełam katê ke mîwan řûy tê ekird ta hendê qiseyan pê newtaye dayanî ne’ekird! serle êwareyek no feqê řêyan ekewête diřî û eçin bo małî kwêxa qadir, kwêxaş řêgayan nada û nayełî biçne jûrewe, emanîş derdekey ezanin, qisey pê ełên. paşan kwêxa ełłê çend kesin? ełên çwar muste’d û pênc suxte. ełê: başe muste’dekan bêne serwe û suxtekanîş bikene tewîle!