kabrayek le dîwexanêka danîştibû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  658 views

kabrayek le dîwexanêka danîştibû, dîwexaneke piř bû, wenewz birdîyewe, lewkateda bayekî zilî lêber bowe, kitupiř ke çawî kirdewe çawî û xełk be dewryeweye, zor şermezar bû, wîstî be her cor buwe pîney bika leber ewe witî: êwe ezanin min êsta xwa lêxoşbûy bawkimim le xewa çaw pêkewt? kabrayek le kořekeda bû witî: bełê řast efermûy ême hemû dengî xwalêxoşbûy bawkitman bîst.