sałîk îngilîzêk eçête hełebce mîwanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  646 views

sałîk îngilîzêk eçête hełebce, mîwanî eḧmed begî paşa (eḧmed muxtar) ebê, îngilîzeke ’umrî le jûr şest û pênc sałanewe bû. qisew bas dête pêşewe, eḧmed beg lêy epirsê to le wiłatî xot jin û mindałit heye? kabray îngilîz ełê: «nexêr, (bełam zor be germyewe) hêşta hendê îş û karî tirim mawe ebê biçim bo efrîqa û çend sałêk lewê emênmewe paşan le mîsrîş çend sałêk wacbatî tirim heye, eweş tewaw ekem û înca egeřêmewe bo wiłatî xom ew wexte jin û mał û mindał pêkewe enêm»

ke em le qisekanî ebêtewe eḧmed begîş ełê: desa her sê tełaqî em eḧmed muxtare kewtibê to bît û mindałî xot nagrîte baweş.