kabrayek le îş û karî mirdûşorî bû le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  758 views

kabrayek le îş û karî mirdûşorî bû, le ber ewe ke xoy de’bakey biçûk bû, her mirdûyek ke eyşord, ewîş carêk legełya emird, çunke wanêkekey wekû hî xoy ne’edî û be ziltir ehate berçawî, le ber eme hemû dem le xem û xefeta bû.

pyawêkî tir hebû «mam gurze»y naw bû, řojêk mam gurze mird û em kabraye çû şitî, seyrî kird heramekey mam gurze herame nîye, lende hořêke, be hêwaşî be bê ewe kes pê bizanê çeqoy der hêna û de’bakey kabray biřî û xistye gîrfanyewe, paş tewaw kirdinî, îşukarî çowe bo małewe.

emca bo ewey be jinekey biselmênê ke xwa gewreye hemû şit bik, biçûk gewre bikatewe, gewre biçûk bikatewe, qadre be ser hemû şitêka, destî bird serî de’bakey mam gurzey le jêrewe le ’astî berdemyewe pîşanî jinekeyda, jine ke çawî pêkewt be bê ewey agay le xoy byê witî: eyeřo ewe mam gurze mird?