diktor eḧmed gêřayewe witî lew xoşnawetî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  696 views

diktor eḧmed gêřayewe witî:

lew xoşnawetîye ke yekêk emrê be taybetî eger yekêkî tozê genc ya pyawêkî nasraw bê, jinan le kořî şîna da’enîşin boy egrîn, yekêk le jinekan ke her îşî eweye şit ełêt be bałay mirduwekeda, ewanî tirîş le singyan eden û ełên wabû.

witî carêk kuřêkî genc le «hertel» mirdibû, ew jine xuryakereke -wate serdesteke- eylawandewe û eyut benan bû, ewanî tirîş le sîngî xoyan eda û eyan wit wabû. destî le tifeng bû, wityan wabû. witî qîtkey taşan bû, wityan wabû. witî kuřî aşan bû, wityan wabû, witî řawkerî ber maran bû, wityan wabû. witî be qawe û qilyan bû, jinekan dayan le singyan û wityan ewey te qûnêda nebû.