jinêk kiçêkî hebû dabûy be şû kiçe milî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  540 views

jinêk kiçêkî hebû dabûy be şû. kiçe milî ne’ehênaye jêr bar bo mêrdekey û xoy ne’eda be destewe, çend şewêkyan bem core tê peřand. kuřey zawa çuwe lay xesuwekey şikatî kird, ke kiçekey xoy nada be destewe. daykî kiçeke çuwe lay kiçekeyewe pêy wit řołe ewe bo xot nadey be destewe? besye îtir ’ezyetî ew hejare mede. kiçeş witî daye de’bakey de’ba nîye her çend çawim pêy ekewê zeneqim eçê û etirsim wirgim hełdiřê. daykekeşî witî: «řołe eyřo de’bat nedîwe, de’ba de’bay bawkî řeḧmetît bû, herçend eykêşa be daykita wirde aheng û gîz û hořî paşî şilejey exsite awayî û meřumałatî lem ser egêřayewe bo ew ser. kiçim dyare bextêkî tozê başt heye, waz bêne xwa pêy dawî, lewe zyatir aw mezayene naw demî daykit».