lew sere kabrayekî awkêş hebû pêyan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  492 views

lew sere kabrayekî awkêş hebû pêyan ewt «şîrmerde». kerêkî hebû hemû car be kerekey awî bo małî qazî ebird, parey awkêşanêkî zorî kewtibuwe ser qazî û her ney edaye. îmřo û sibey pê ekird serbarî emeş kerekeşî topî, emca daway kird le qazî ewa kerekeşim nemawe, ew pareyem ke le late bimderê ba kerêkî tirî pê bikiřim. emca ke awim bo hênan îtir hîç parem nawê. qazî pêy wit êsta parem nîye, bełam biço yekêk bidozerewe kerî hebê, bîhêne min bot çar ekem. kabra çû geřa cûlekeyekî dîyewe, ke kerêkî çakî hebû, gerî pya ałan û pê wit em kere hî mine. cuwe her waqî wiřma, witî: bawkim! ker kerî xome. kabra witî nabê em ker her hî mine, eger qaylîş nabî were biçîn bo şer’ bo lay qazî. cuwe be naçarî be xoy û kerekeyewe şwênî kewt û çûn bo lay qazî, şîrmerde be qazî wit qurban em kere hî mine û cuwe zewtî kirduwe namdatewe?

qazî řûy kirde cuwe û pêy wit:

to lew kesaney ke îmandarin
ya lew kesaney ke bedkirdarin?

cuwe zanî dinya çi base, witî: qurban!

ne îmandarim û ne bedkirdarim
ne xawin małim we ne kerdarim
hełdêm û eřom hede hede
ker becê dêłim bo em şîrmerde