le cengî yekema ewe bû leşkirî hemû...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
788 views
le cengî yekema ewe bû leşkirî hemû wiłatêk çûbuwe wiłatêkî tirewe, ełmanekanîş çûbûne feřensewe. serbazî do nedîwî ełman, xanme cwanekanî feřense ebînin hoşyan la namênê û pelamar eden. pîrêjnêkî feřensî seyr eka kes be lay ewewe naçê, leme zortir tûře ebê ełê: «ey xwa bo hemû kes cenge keçî bo min aştîye». serbazêkî ełmanî gwêy lê ebê lay wa ebê eme cinêwî edatê, eçêt be şepezlile ber’ebête wêzey pîrêjnî eramene, ewendey lê eda emrê. le paş ewe ke eyxene gořewe nekîr û munker dêne serî. nekîr lêy epirsê xway to kêye? pîrêjin ełê to pêm biłê to kêyt? ełê min nekîrim. ewîş ełê: xwa însafit bibê lêreyş her nekîr? ey kîr le kwêye?