le taran duktorêk şwênî taybetî kirdibowe...
le taran duktorêk şwênî taybetî kirdibuwewe bo hatûçoy nexoşekan. em xanuwey dû dergay hebû, yekê le pêşewe yekê le paşewe, dergay dwaweyan têkdabû xerîkbûn çakyan ekirdewe, kirêkar îşî têda ekird û řêgakey way lê hatbû be kełkî hatuçoy nexoş ne’ehat. be şagirdekey xoy ełê leser qaqezêk binûsê: «leber ewe dergay dwawe wêrane le dergay pêşewe teşrîftan bêt». em parçeye bida be qed dîwarî xanuwekewe bo ewey îtir le dergay paşewe hatuço nekirêt ta çak ekirêtewe.
şagirdeke sirîş eda le piştî parçe qaqezeke û eyewê bînûsênê be dîwarekewe lew kateda duktor bangî eka, emîş parçe qaqezeke be berewajeyî leser kursyêk da’enê û eçê bedem duktorewe. kitupiř lew demeda afretêkî nîwe nexoş dêt bo lay duktor û leser ew kursîye da’enîşê, qaqeze teřekey pêwebû, qaqez řast enûsê be şwênî danîştinî afretekewe. afret be naw şeqam û kołana wekû kotir eřwa be řêgeda, hemû řêbwarêk ke le piştîyewe tê epeřn seyr eken agadarîyek be der qingî xanmeweye, nûsrawe: «leber ewe dergay dwawe wêrane le pêşewe teşrîftan bêt».