dizêk le tarîke şewêka çuwe małêk bo dizî...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
579 views
dizêk le tarîke şewêka çuwe małêk bo dizî, her çende geřa hîçî dest nekewt, leber zor geřan tînwîşî bû, gozełe şiřêk danrabû ,çuwe ser gozełeke seyrî kird ewîş kune û tinokê awî têdanîye. be nisk û nahumê geřayewe dwawe. le geřaneweda gwêy le dengêk bû, ke řawesta û gwêy řagirt seyrî kird eme jin û mêrdekeye îşî şer’îyan kirduwe û qise eken, pyaweke be jinekey ełê ewî min dam be to dû hezar lîre dênê, jineş be pyaweke ełê ewî minîş dam be to dû hezar lîre dênê. lem kateda dizeke tûře bû witî: «segbabîne êwe şewê sî hezar lîre mamełe eken. ke çî tozê gozełe şiřkeketan pîne naken eger mûsłimanêk hat tozê awî lê bixiwatewe».