mela nadrêk hebû lûtêkî naqołay pêwe...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
701 views
mela nadrêk hebû lûtêkî naqołay pêwe bû, řojêk eçête małî yekê le qutabîyekanî. ew qutabyey birayekî biçkoley ebê, mela nadir çaw pê nekewtibû, daykî kuřeke le tirsî ewe newek kuřekey ke çawî kewt be lûtî mamosta dest bikate qisekirdin we ya pêkenîn, nardye małe dirawsêkeyan. mela nadir hat û danîşt û bacî ayşê bexêratnî kird, bełam her diłî le mistyaye newek kuřekey bêtewe, lew kateda ke pyałe xałyeke le berdemî xoya da’enê û eyewê şitêkî tê ka bo mamosta, pêy ełê: «mamosta şîr bikeme lûtyewe ya qawe».