kabrayek wa çûbuwe diłyewe ke buwe be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  521 views

kabrayek wa çûbuwe diłyewe ke buwe be genim û mirîşk eyxiwa. leber eme kun be kun xoy le mirîşk eşardewe. le dwayîda çar nema girtyan û xistyane şêtxane. maweyekî pê çû wityan çak bwetewe û hênayane derewe. her ke çowe małewe mirîşkêkî berçaw kewt, daye bangeła û hawar hawar, kes û karî wityan erê ewe hawar hawarî çîte? xo to denke genim nît mirîşk bitxiwa! witî: «bełê ezanim, bełam êwe be mirîşkekey biselmênin ke min denke genim nîm».