kabrayek legeł jinekey û çwar mindałya le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  588 views

kabrayek legeł jinekeya û çwar minałya le jûrêka enûstin, eger carêk bîwîstaye geme û gałteyek biken legeł jinekeya minałekan lêyan ebûn be şimłî şeř û lê ne’egeřan. řojêk kabra çû hendê gêzerî kiřî hênayewe, be her mindałe miste nokêk û gêzerêkî daye, witî biçin le jêr lêfekewe bo xotan bîxon, bełam ebê denke denke nokeke bixon, eger herkes dû dû bîxwa gêzerekey lê estênmewe û eybiřme qingî.

minałan çûne jêr lêfe û xerîkbûn be nokî birjaw xwardinewe, kabraş be diłnyayî legeł jinekeya destî kird be îşî xêr kirdin. le paş maweyek yekê le minałekan -ke nokekey tewaw bibû- serî le jêr lêfeke derhêna seyrî kird ewa bawkî swarî daykî buwe. qîjandî witî: «minałekan, minałekan! temaşaken wa dyare daykim nokekey dû dû xwarduwe, ewete bawkim gêzerekey tê ebřê».