jinêk le çingyan hebû nawî pûre fate...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1028 views

jinêk le «çingyan» hebû nawî pûre fate bû, afretêkî zor le xwatirs û çak bû, xizmetî feqêkanî zor bedił ekird û cilî bo eştin, çêştî bo ebirdin, bew bonewe pêyan ewt «daykî feqêkan». legeł eme qise qutîş bû, car car eçû serî exsite ser feqêkan û gałtey legeł ekirdin, eyut: «feqê jin nahênê, her koy ekatewe, koy ekatewe le axra jinêk dênê be şewêk hemûy eřjênête nawyewe, ebê be kuřêkî ser zilî çwar pel estûr, nawî enê mela ’ebdułła».