kabrayekî kurd sed qiřan exate baxełî û...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
948 views
kabrayekî kurd sed qiřan exate baxełî û eçête bazař bo ker kiřîn. le řêga tûşî melakeyan ebê lêy epirsê: bo kwê eçî? ełê: eçim kerêk ekiřim. mela ełê: biłê înşałła. ewîş ełê: mamosta, înşa’ełłay bo çîyew pareye le baxełemaye û kerîşe le bazařaye, îtir em înşa’ełłayey bo çîye?!
kabra eřwa, hêşta nagate bazařu gîrfanbiř parekey lê edzê! naçar be şwênekey xoya lûs û barîk egeřêtewe, le řêgada tûşî mamosta ebêtewe, mela lêy epirsê ha bira kerit kiřî? ełê ne înşa’ełła. ełê: bo çî? ełê parem pênebû înşa’ełła. ełê: ey pareket çê lê hat? ełê dizyan înşa’ełła. ełê: axir pêm newtî: biłê înşa’ełła, ełê: «gû be řîşî babit înşa’ełła, gû be gořî babim înşa’ełła, bo îşê kirdim înşa’ełła».