pyawêkî kurd lew sere mindałe kurdêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  912 views

pyawêkî kurd lew sere mindałe kurdêkî řagirt lo ewey le mała îş û firmanyan bo bika. şewêk pyaweke çû bo mał aşnayekî, be kuřekey wit fanozekem bo hełgire, ewîş fanozekey hełgirt, bełam led way aẍayewe eřoyşit. aẍa pêy wit: pêşkewe. kuřeke witî: qurban řayem nakewê pêşkewm. aẍa witî: eger pêş nekewî řûnak nabê. xizmetkareke witî: axir bo min bê ’edebîye pêş aẍay xom kewm. ewîş witî: řołe madam çirat be desteweye ebê pêşkewî, xizmetkarî xełkîş ke çira egirin be destewe le pêş aẍayanewe eřon. emca xizmetkar îtir pêşkewt.

beyanî aẍa witî: řołe ew sebeteye hełgire biçîn bo bazař hendê goşt û şit bikřîn. kuřeke sebetekey hełgirt û kewte pêş aẍayewe. aẍa newî le qołî û witî: hetîw pêş mekewe, ebê le dwawe biřoy. hetîw witî: ey şewê bo çi witit le pêşewe biřo? witî: axir şewê wabû êste waye. kuře her sebetekey dana û witî: «aẍa be du’a, paşkewe û pêşkewe be min nakirê» û lêy da řoyşit.