şêx meḧmûdî şêx se’îd melîk bû le...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
956 views
şêx meḧmûdî şêx se’îd, melîk bû le suleymanî, şêx ’ełyek hebû pêyan ewt «şêxelye peřo» le mizgewtî mela emînî mam řostem bû, ewîş benawî şêxayetyewe car car ekewte qise. şewêk şêx meḧmû çend kesêkî legeła ebê eçête mizgewteke, zelamekan legeł ehlî cema’eteke leser sekoy mizgewteke ebin, şêx xoy eçête jûrekey şêxelî, kam lat êşê şiłp û kut day’egrê, ewendey lê eda nîwemergî eka û serîşî eşkênê. le paşa ke ew eřwa şêxelî dête derewe, xwêneke eşwatewe. ehlî cema’eteke pê’ ełên: ya şêx ewe melîk le jûrewe bû ew şiłp û kute çî bû? ewîş ełê: «şêx bê qeza bê lêm nageřê xerîkî gałte û çinge pirçê bûyn, ewete axrî serîşim şika, pêm wit îtir carêkî tir min bêt û gałte legeł to nakem, îtir meyerewe».