bê qedî tûbayî to serwî řewanim bo çîye

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  2686 views
bê qedî tûbayî to serwî řewanim bo çîye!?
cennetî fîrdews û ’umrî cawîdanim bo çîye!?
ta muje û ebroyî cewherdarî to bê esłeḧem
xencerî qezbîn û şimşêrî debanim bo çîye!?
řojî wesiłit her sibeynêye ke wa piřtew neda
min le tarîkî şewî hîcra jyanim bo çîye!?
seyrî toy ger pê nekem kwêr bim, eger çawim bwê!
wesfî toy ger pê nekem lał bim, zimanim bo çîye!?
ta beharî řûyî gułřengit biřêjê řengî ḧusin
sunbul û nesrîn û lale û erxewanim bo çîye!?
bo qedî herwek ’esaye ẍeyrî qumrî meşreban
hîçkesê nazanê ahî natewanim bo çîye!?
cêge gazî min heta ew řûmet û ew lêwe bê
sêwî serdeştNamed-Entity û henarî şarebanNamed-Entitym bo çîye!?
to ke çawit pêm biłê dersî zubanî ecnebî
wek mufettîş beg îtir min tercumanim bo çîye!?
yar ke fermûy bêre baẍî řûmewe bo gułçinîn
bêxudPen name îtir îzin û pirsî baxewanim bo çîye!?