wek bêdił ełê ḧeyfe ke wa saknî baẍî

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  415 views
wek bêdiłPerson ełê: ḧeyfe ke wa saknî baẍî
bulbul le diłit der’ekey û têkełî zaẍî
bo şêx ’umerPerson, ew serwî řyazatî ’ulûme
wa lafit eda to ke wekû lale be daẍî
lewsawe ke cêy cennete ew zate, keçî to
lem agireda ’eynî semender be demaẍî
bêxudPen name ẍemî ew ’alemî bałaye nekey faş
ba her le derûna bê eger řastî û saẍî
lew baẍe eger sałî wefatî ew epirsî
gił labere, e’rîxye abin alqirdaẍîAbjad Numerals: ?