dû kabra be lay meřêka eřon yekêkyan ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  518 views

dû kabra be lay meřêka eřon, yekêkyan ełê: êste min be qiranêk beranêk lem şwane esênim. kabray hawřêy ełê: çon? ełê: çawim lê ke.

eçê be lay şwanekewe û ełê: kakey şwan a ewe qiranêk û gîske leřêkim biderê. ewîş eydatê û lêy wer’egrê. ełê: kakey şwan! qiraneke û gîskeke bo xot berxêkim biderê. eydatê û lêy wer’egrê. emca ełê: kakey şwan! qiraneke û gîskeke û berxeke bo xot, biznêkim biderê. eydatêw lêy wer’egrê. emca ełê: kakey şwan! qiraneke û gîskeke û berxeke û bizneke û meřeke bo xot, beranêkim biderê. eydatê, lêy wer’egrê û dêtewe!