kabrayekî ew binarî xoşnawe jinêkî hênabu...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  521 views

kabrayekî ew binarî xoşnawe jinêkî hênabû xwa way bo hênabû ke her çende xerîk bû ne’ebû be zawa; lem řuwewe zor peroş bû. řojêk herwa kiz û damaw be řêgeda eřoyşit kewtibuwe naw deryayekî damawîyewe. pyawêk hebû «misto»y naw bû, dostî kabray binarî xoşnaw bû, seyrî kird wa kiz û damawe, lêy pirsî: bo çi wa ’aczî? witî: bira lo ’aciz nebim? wa jinêkim hênawe her çende dekem lom nabê be jin û nabim be zawa!

mistoyş ełê: ey le minit nekewê le kwêye? ewe to zow bo çi dengit nekird? ca bira be kełkî wa neye îtir bo çî çake? adey biřo pîşanim de ew wawa lê hatuwe bizanim çon nayełê wa toy tûşî em derdeserîye kirduwe. adey xêrake ba biřoyn.

kabra zor beme diłî xoş bû, witî: ey le ḧemrî minit kewê ewete de ba biçîn. pêş misto kewt û çûn bo małewe. mistoyş her ełê: ewe wawa lê kirawe le kwêye? ke çûne małewe çûne ber jûreke ke bûkî lêye, kabra witî: ho ewete! mistoyş be tûřeyî û be givegvêkewe lêy çuwe pêşewe û kabraş le pişt dergakewe seyr eka, ke her çuwe pêşewe derpêkey dakend û - bîlamanê - bûkî kird be jin!

lew kateda bûkê bayekî lê ber buwewe kabray pişt derga witî: ewe derdit bê, çima ewîş minim a bizane kût detřênê her çende pêm degotî lom řaweste her gartet pêdehat, henûke ewhat detřênê de bixo lo xot!