dû kabra lew sere gayekyan dizîbû dabû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  543 views

dû kabra lew sere gayekyan dizîbû dabûyane pêş û be ber małe goranêka tê epeřn. kabray xawen mał têgeyşit ke em zelamane em gayeyan dizîwe; ewîş kirdî be têłayeka û derpeřî û kewte tekyan. be têłake eyda le gake û têy exuřî û eyut: weḧe gay hemuwan! kabrakanîş le tirsî aşkirabûn neyan ewêra deng biken; her eyanut: eme çîye êjî şimłî şeřî lêman peyda bûgî? key gay hemuwane? ewîş eyut: bira deng meken sermayekeman be qeder yeke. her le gayekeşî exuřî û eyut: weḧe gay hemuwan!