bezmî beynî bûk û xesû bilwêrîş eygêřê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  722 views

bezmî beynî bûk û xesû bilwêrîş eygêřêtewe. bûk û xesûyek derdedił le yek eken, bem core be ser û bałay yeka heł’eden; xesû be bałay bûkekeya ełê:

kurt û xiř û tiřzile
fîřne guley naw zele
barîk û gêř û çawzeqe
dem tîkleye û kele řeqe
gijin, dijwê, meymûn řenge
mingin, çiłmin, kiřkiř denge
aş û şêwî pełûłeye
pîşe û karî çemołeye
eqłî wirdî kiłaşe eka
hîç nezane û gaşe eka

taqe kuřekem bê hewsere mayey destî derdî sere

emca bûkê ełê:

pîrêjnêke řimûzin
le naw małaye gûzin
esûtênê wek pingir
derkî qisey wek kingir
pêwe eda wek dûpişk
le bine biře wekû mişk
zît ebêto wek qumqume
esuřêto wek şemşeme
eşîtênê wekû har
ekîfênê wekû mar
basî xesû dirêje
bûkî hejar tya gêje!