e’yanekanî sine hemû ḧewşekanyan ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  568 views

e’yanekanî sine hemû ḧewşekanyan derwazey gewre gewrey hebû. lem law lew lay derwazekanewe seko hebû pêyan ewt xwacenşîn. derwêş û qelenderî terîde ehatin em xwacenşînaneyan ekird be cêgay ḧesanewey şew û řojyan.

leser em destûre qelenderêk leser xwacenşînî derwazey małî muşîr dîwanî gewre bû. em qelendere be zistan û hawîn kirasêkî tenkî lebera bû. řojêk le tofî zistana muşîr dîwan dête derewe û derwêşekey bew kirase tenkewe çawî pê ekewê. ełê: aẍa! bem kirase naskewe leber em serma sexteda çon sermat nawê? min bem gişte cilewe her elerzim? ewîş ełê: eẍey muşîr toyş wekû min bike ta nelerzî. ełê: aẍe! bo çe to çet kirdige? ełê: min herçê cilim bûge giştim leber kirdige!