pyawêk hebû le sine ḧacî derwêşî naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  504 views

pyawêk hebû le sine ḧacî derwêşî naw bû zeman têy hełkird û hejar kewt; bełam çon hejarêk? şêwey şewî nema. kuřêkî hebû «teqî» naw bû mindał bû. řojêk leser kołanêka her dûkyan řawestabûn xełk termêkyan bewêda têpeřand. teqî witî: babe eme çîye? witî řołe mirduwe. witî: bo kwêy eben? witî: řołe eyben bo şwênêk ne nanî lêye û ne aw, ne bergî lêye û ne nwên, ne darî lêye û ne agir, ne peřey lêye û ne qałî, ne tełay lêye û ne nuqre. witî: ke wate babe eme bo małî êmey eben!