kabrayekî byawêłeyî eçête hełebce ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1030 views

kabrayekî byawêłeyî eçête hełebce gwêdrêjêkî pê ebê. şewê emênêtewe le beyanya hawarî lê berz ebêtewe ke kerekeyan dizîwim. yekêk pêy ełê: babe to xetay xot bû ke agadarît nekirduwe. yekêkî tir ełê: kure xetayekî gewretir dergay tewîłekeşî danexsituwe. kabra ełê: ke wate dizeke hîç xetayekî nîye!