sałêk le silêmanî kabrayekî cêşaneyî kerê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  525 views

sałêk le silêmanî kabrayekî cêşaneyî kerêkî pê ebê. lew «kanî doman»e le lay mizgewtî mela meḧmûdî nîzamî kerekey le ber małêka ebestêtewe û xoy eçê bo dûkanê ke lew dewreda hebû şit bikřê. mindałêkî ew geřeke dênê kereke ekatewe û swarî ebê û çend em ser û ewserêkî pê eka.

lew kateda kabray xawen ker egeřêtewe le mindałeke tûře ebê ke bo çî way kirduwe. mindałekeş ełê: gwêdrêjeket bereła bibû, min agadarîm kird bot ta hatîtewe. kabraş ełê: eger win bibwaye baştir bû le lam lewe kewa to bem derdet bird û ewende swarî bûyt. mindałekeş ełê: eger to bîr û baweřit waye ke wate bêne kereke bide be min û wa bizane win buwe û le tołey eweda gelê du’aş qazanc ekey ke min bot ekem!