’ebey ḧeme xeyat hebû legeł řeşey emîn...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  654 views

’ebey ḧeme xeyat hebû legeł řeşey emîn çawiş. bemyan ewt řeşe xêł (obałî sertapay qise be estoy ḧacî se’îdî mela ḧesenî ’elaf.). emca biłên ḧacî ’ebe û ḧacî řeşe. eçin bo ḧec. dû be dû eçin le dewrî ke’bewe da’enîşin û dest edene jêr çenakeyan û řû ekene ke’be. ḧacî ’ebe ełê: xwaye ewa hatûynete lat, xot û xom eyzanîn ke min ta êste çi xirape û xirapekarîm kirduwe. ewey êste be destimeweye pûłêkî ḧełałî têda nîye, hemûym dawe be şanma be xom û ew û em wirgemewe hatûmete lat. toyş keyfî xote eger pyawetîm legeł ekey bîke û małit awabê! eger naşîkey carêkî ke nayemewe. nawêrim bîłêm, bełam małit kawil bê bo şwênêk girtûte. eweş bizane be merqedî kake eḧmed biřwa bike eger lêm xoş bibî hîç deng nakem.

emca ḧacî řeşeş ke le tenîştyewe danîştibû ewîş destî pêkird, witî: xwaye biřwa beme meke zor dawbaze to naynasî min eynasim, çîyekî wituwe diro eka tenha ewey řaste ke ełê parekem ḧerame, eme min şayetî bo eyem. bełam to gwêt le min bê, min her xom ezanim çende bê namûsîm kirduwe. her min xom ezanim ew pareye ke hênawme bo em ḧece be çi dest biřînêk kom kirduwetewe. nekey qibûłî nekey! be serî pêẍember qibûłî nekey xom ezanim çî ekem. dîsan wa pêt ełêmewe gwêt le qisey em kabrayey tenîştimewe nebêt, legeł eweşa eger leber min lêy xoş bibît qeynaka, emeş her bo ewe ke çûynewe bo silêmanî be xełkeke biłêm xwa leber min lêy xoş buwe!