sałêk le ’êraqda mafeteyek dakewtibû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  537 views

sałêk le ’êraqda mafeteyek dakewtibû ’alem hemû tûşî çepłelêdan bibû. le řastîda çepłe le hemû şit zyatir bawî hebû. be taybetî le wiłatî kurdewarî ’êraq ke xełkeke ko ebnewe û be naw kołanekana eřoyştin, yekêk ser mela bû. be dem çepłewe eyut: ba. ’alemekey tirîş boyan esendewe û eyanut: bijî. îtir çî bijî ewe xoyan kêyan mebest buwaye ewe bû. le wiłatî silêmanî mamostayekî mekteb hebû tûşî ew derde bibû.

eçû be qisey xoy «gel» da kîfaḧî ekird! hemû kar û kasbî, ders witnewey bibû bem xuwe. mał û mindałîşî hebû becêy ehêştin û eçû bo kîfaḧ.

carêk de řoj le małewe win ebê û eçê bo kîfaḧ, paş de řoj çend kesêk le hawřêkanî heł’egrê û ełê: ba biçîn le małî ême qawełtî bikeyn. her ke dênewe le dûrewe be jinekey ełê: afret çîman heye? ewîş ełê: nanî çepłe be çêştî ba bijyewe!