obałî be estoy ew kese boy gêřamewe ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  783 views

obałî be estoy ew kese boy gêřamewe:

eḧey caw le silêmanî pyawêkî qise nermî hejar bû, tebeqê ḧełway be destewe egirt arezûy bikirdaye ḧełwayekî eda be yekêk be mecîdîyek, arezûyşî bikirdaye ney’edaye!

afretêkîş hebû her le silêmanî «pûre semen»y nawbû. řojêk pûre semen serî řêy be eḧey caw egrê pêy ełê: mame eḧe were ba girew bikeyn. mame eḧe ełê: girewî çî û leser çî? pûre semen ełê: le ser tebeqe ḧełwa. eger min birdimewe tebeqe ḧełwaket ebem, eger toş birditewe bot piřpiř ekem le ḧełwa. ełê: başe dey.

pûre semen ełê: mame eḧe - bîlamanê - quz leser ewî tireweye ya le jêreweye? ełê: be xwa kere! bo çî nazanim le sereweyetî! pûre semen piştî bo heł’eka û xoy bo da’enwênê ełê: ewe nîye le jêreweyetî? mame eḧe seyrî eka û ełê: wełła řast ekey! pûre semen tebeqe ḧełwakey lê estênê. mam eḧmed eçê tebeqêkî tir peyda ekatewe û dû sê ḧełway exate ser û dest ekatewe be ḧełwa firoştin. le paş çend řojêkî tir pûre semen serî řêy pê egrêtewe ełê: mame eḧe ba girew bikeynewe. ełê: bexwa emcare lêt ebemewe û ḧeqî xomit lê ekemewe. ełê: axir minîş mebestim eweye ew care dořanit, emcare bezeyîm pyata yetewe bełkû bîbeytewe. mame eḧe diłî xoş ebê, ełê: başe. ełê: mame eḧe quz leser ewî tireweye ya le jêreweye? ełê: bexwa kere! lay waye wek ew carekey tire lêm berêtewe. kere! le jêreweye. pûre semen berî bo heł emałê û ełê: eha seyrî bike le bereweye. mame eḧe seyr eka waye. ew careş tebeqe ḧełwakey lê estênê.

paş maweyekî tir dîsan serî řêy pê egrêtewe, ełê: mame eḧe emcare bebê guman eybeytewe were ba girew bikeynewe. mame eḧe tema’ eygirê û ełê başe, ełê: mame eḧe quz leser qingeweye ya le jêryeweye? mame eḧe ełê: biřo dełeseg? quzî to wekû çerx û felek waye, demê le sereweye demê le jêreweye! min girewî wa nakem.