dû kabray kurd destebra bûn yektiryan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  576 views

dû kabray kurd destebra bûn, yektiryan zor xoş ewîst. řojêk pêkewe çûn bo ḧemam, yekêkyan zû hate derewe, temaşay kird defterêkî biçûkî baxełî hawřêkey dakewtuwe, hełîgirt. keçî lapeřeyekî lê kewt, seyrî kird nûsrabû: ew şitane ke bo fiłanî hawřêm xerc kirduwe; fiłan řoj bangêştim bo kird, de qiřan. fiłan řoj se’atêkim be yadgar bo nard, çil qiřan. fiłan řoj bo kuřekey destê cilim kird, penca qiřan. bem core syaheyekî zorî girtibû. kabra defterî lêk na û peřekey têxsitewe û řoyî.

hawřêkey ke le ḧemam hate derewe pirsî: fiłan kes çî lê hat? wityan: řoyşit. zorî belawe seyr bû, çunke ta ew wexte yektiryan becê nehêştibû. xeyałî kird newekû nexoş bûbê, bepele çuwe małekeyan, temaşay kird le małewe danîştuwe, bełam zor mat û diłgîre û wekû caranîş be pîrîyewe nehat. lêy pirsî: birakem! ewe boçî le ḧemam becêt hêştim? be ’aczîyewe witî: îşim hebû. pirsî: tu xwa boçî ’aczî? witî: ’aczî le diłî xomaye. axrî swêndî da ke pêy biłê, înca witî: «řefîq! min û to îtir birayetîman nema, çunke to lew řojewe ke bûyn be destebra, eger cigeryeket dabê be min pareket leserim nûsîwe, wa bizanim to daway parey ew şitane -ke defterit girtuwe- lêm bikey!»

hawřêkey pêkenî, witî: ezanim çawit be defterekey baxełim kewtuwe, lewe diłgiran bûy. gyanekem! ew deftere bo ewe negîrawe ke xwanexwaste dawat lê bikem. boye girtûme eger řojêk leser şitêkî hîçupûç diłim biřencê, temaşay deftereke bikem û biłêm: hey hay! min ewende û ewende parem lem dostey xoma xerc kirduwe, êste leser îşêkî weha waz lem hemû birayetîye bênim? mebesteke eweye, newek pareke. îtir hawřêkey emey bîst, diłî çak bowe û dostayetyan le caran zyatir bowe!