kuře dewłemendêkî nazîrek legeł lelekey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  531 views

kuře dewłemendêkî nazîrek legeł «lele»key çûne małêk, dû sêwyan bo hênan, boyan danan. kuře sêwî xoy hełgirt û destî kird be qepał lêdanî. herçen lelekey çawî lê hełtekan ke neyxiwa, kełkî nebû, kuře tênegeyşit. ke hatne derewe lele witî: «ewe boçî to ew mîweyet xward? ke carêkî tir şitî wa cwanyan bo hênay, yek dû car bonî bike û bîxere baxełtewe». kuře witî başe.

carêkî tir çûne małêkî ke, be řêkewt «kifteyan» hebû, leser dewrî dû kifteyan hêna, yekê bo lele û yekê bo kuře’aẍa. kuře’aẍa her destî daye kiftekey xoy, dû car bonî kird û naye baxełîyewe! îtir lele hełsa û hate derewe, witî: «řołe! ewe boçî ew kifteyet xiste baxełtewe?» witî: ey to netfermû? witî: «bawkim min kałim pê witî bonî bike û bîxere baxełtewe yan kuław?»